Hêzên Tirkiyê gundekî Minbicê topbaran kirin
Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirê wê gundekî bakurê bajarê Minbicê topbaran kirin.
Li gor Navenda Ragihandinê ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê ji baregeha xwe ya li gundê Ereb Hesen gundê Mihsenlî yê li bakurê bajarê Minbicê topbaran kirine.
Heman çavkaniyê ragihand ku derdora 9 gulletopan li wî gundî ketine û zerar gihiştiye mal û milkê welatiyan lê ziyanên canî nebûne.
Di daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê de tê gotin: “Topbaran duh êvarê saet 7:10an dest pê kir û heta 7:30an dom kir. Li gorî bîlançoya destpêkê, 9 top li nêzî malên sivîlan ketin û zirar gihaşt mal û milkên wan.”
Roja 6ê Tîrmehê jî hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê gundê Mihsenlî yê Minbicê topbaran kiribûn.
Rudaw
