Kurdistan û Rûsya têkeliyên xwe û rewşa Kurdistan û Îraqê dinirxînin
Maksîmov behsa rewşa Herêma Kurdistanê ya piştî bûyerên oktobera sala borî û ew pêşkeftinên niha li Herêma Kurdistnê tên dîtin û Herêma Kurdistanê karî bi diyaloga bi Bexdayê re beşek ji pirgirêkan çareser bike, kir.
Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan re behsa pirosesa diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ya ji bona çareserkirina pirsgirêkan kir û piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo Adil Abdulmehdî serowkezîrê nû yê Îraqê nîşan da.
Di civînê de, behsa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û beşdariya hêz û aliyên kurdistanî bi awayekî bihêz di wê hikûmeta nû de, serkeftina hilbijartina parlamentoya Kurdistanê hat kirin û têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de, bi taybetî di warê aborî de ku kompaniyên warê enerjiyê yên Rûsyayê li Herêma Kurdistanê bi cidî kar dikin kir, bilind nirxandin.
Serowkezîr Barzanî xwesteka Herêma Kurdistanê ku têkeliyên xwe di warên çandinî, pîşesazî, bazirganî û rewşenbîrî jî de bi Rûsyayê re zêdetir pêş de bibe, nîşan da.
