Karvedanên li ser operasyona muhtemel a Tirkiyê berdewam in
Karvedanên egera encamdana operasyoneke nû ya ji aliyê Tirkiyê ve li ser Rojavayê Kurdistanê û ji hev têgihîştina di navbera HSDê û Hikûmeta Sûriyê de berdewam in.
Endamekî Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji Rûdawê re diyar kir, ew ji hev têgihîştin cihê gumanê ye û xalên lihevkirinê nediyar in, her wiha Hikûmeta Sûriyê jî di guhertinan de heta niha ne ciddî ye.
Serokê Kombûna Sûriyeya Yekbûyî, Besman Essaf jî ji Rûdawê re got: Tenê hevahengiyeke roj bi roj di navbera HSDê û hikûmetê de dibe û hêzên ku hene jî nikarin rûbirûyî operasyoneke Tirkiyê bibin.
Serokê Kombûna Sûriyeya Yekbûyî daxwaz dike ku Hewlêr rolekê di armakirina rewşê de bibîne.
Hevdem ligel zêdebûna egera encamdana operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li ser navçeyên rojavayê Kurdistanê û bakur û bakurê Rojhilatê Sûriyê, helwest û nerînên cuda di vê derbarê de, derdikevin.
Serkirdeyekî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS)ê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, ev lihevkirina ku tê behskirin, di navbera HSDê û hikûmeta Sûriyê de, cihê gumanê ye, ji ber ku hikûmet di guhertinan de, ne ciddî ye û ji ber ku hêj xalên wê lihevkirinê ne diyar in.
Serkirdeyê ENKSê Neşet Zaza anî ziman, “Em ne di wê baweriyê de ne ku rejîm were belaş berevaniya vê xakê bike û metirsiyên me cidî ne. Em baş dizanin heger rejîm îro lihevkirinekê çê bike dê ber bi qelsbûnê ve bibe ji ber ku ev tevger di bin fişarekê de ye. Li ser wê jî em dibêjin, xalên ku têne diyarkirin ji bo milet were zelalkirin ku dilê miletê me rehet bibe. Berovajî vê em bi rastî dibînin dê bê guman ne di xizmeta xelk û xaka me de bin, dê metirsiyên me jî hebin ji ber îro ev xalên bi dizî dimînin cihê şikê ne.”
Serokê Kombûna Sûriyeya Yekbûyî Besman El-Essaf jî, ji Rûdawê re ragihand ku tenê hevahengiyeke roj bi roj di navbera HSDê û hikûmetê de dibe û hêzên ku hene jî nikarin rûbirûyî operasyoneke Tirkiyê bibin, eger hat û destpê bû.
Serokê Kombûna Sûriyeya Yekbûyî Besman El-Essaf li ser operasyona muhtemel a Tirkiyê got, “Heta niha derbarê lihevkirinê yan rêkeftinê, di navbera HSDê û Artêşa Sûrî de, em nikarin bibêjin ku, ew gihiştine rêkeftineke dawî û rasteqîne û odeyeke operasyonên hevbeş û planeke yekbûyî, ji bo rûbirûbûna çi operasyoneke leşkerî ya Tirkî lê tiştê ku dibe, hevahengiyeke meydanî ye li ser zeviyê, gav bi gav û roj bi roj, herwiha anîna hêzan ku bi nerîna min ew têra rûbirûbûna ti operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê bi qebareyeke wiha nakin.”
Besman El-Essaf daxwaz dike ku roleke Hewlêrê di aramkirina rewşê de hebe, bi awayekî ku hevahengiyeke hevbeş pêk bîne.
Serokê Kombûna Sûriyeya Yekbûyî Besman El-Essaf anî ziman, “Pêwîst e, nêzîkbûneke bêhtir di navbera HSDê û Şamê de hebe, di navbera hikûmet Sûrî û HSDê de. Pêwîst e hişyarî ji berpirsyariyê re hebe û derfetek be ji bo rêkeftinê. Ev tewereke sereke ye. Tewerê din jî, divê kar li ser dirustkirina guşareke herêmî bê kirin, ne tenê pişt bi dewletên mezin ên xwedî berjewendî û alûgoriyan, bê girêdan, li vê derê jî, dibe em behsa roleke sereke ya Hewlêrê bikin, ji ber ku Tirkiyê girêdanê di navbera dosyeyên Sûriye û Iraqê de dike, lewma pêkan e, bi rêya Hewlêr û hikûmeta Iraqê û hikûmeta Sûriyê û HSDê, hevahengiyeke hevbeş çê bibe ji bo dirustkirina guşarê li ser Tirkiyê, ji ber ku Tirkiyê bi operasyonên xwe di navbera Sûriye û Iraqê de radibe, êdî ib nerîna me, bandora wê yekê wê bêhtir be.”
Li gorî ragihandina HSDê, liv û tevgereke wê heye, ji bo rawestana êrîşeke wiha, yan jî rûbirûbûna wê êrîşê, eger hat û kete warê cîbicîkirinê.
Rudaw
