• Monday, 16 February 2026
logo

DAIŞê bajarokê Sosê ji destê HSDê derxist

Gulan Media October 28, 2018 Nûçe
DAIŞê bajarokê Sosê ji destê HSDê derxist
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên DAIŞê êrîşî ser bajarojê Sosê kirin û ew bajarok ji destê HSDê derxist.

Li gor Rewangehê belav kiriye, HSD ji bajarokê Sose û gundê Baxozê yên li rojhilatê Dêrazorê vekişiyaye û DAIŞ careke din ew bajar kontrol kir. Bi vê yekê jî DAIŞ careke din xwe gihande sînorê Iraqê.

Rewangehê duhî jî belav kiribû, di encama şerê di navbera şervanên HSD û çekdarên DAIŞê de, 68 şervanên HSDê canê xwe jidest dan û 24 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Şervanên HSDê berî çend bajarokê Sosê ji destê DAIŞê kontrol kiribû.

Rewangehê amaje bi wê jî kir, HSD û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî amadekariya operasyoneke berfereh dikin û gelek otombîlên leşkerî û hêzên taybet yên HSDê gihîştine wê navçeyê.

Ji aliyekî din ve, Berdevkê Fermî yê HSDê Kino Gabriel li ser birêveçûna operasona HSDê li rojhilatê Dêrazorê ji K24ê re ragihand, hêzên wan li rojhilatê Ferêt rastî gelek zehmetiyan tên û çakdarên DAIŞê êrîşên berûvajî encam didin.

K24
Top