• Monday, 23 February 2026
logo

Leşkerekî Tirkiyê di pevçûna bi PKKê re hat kuştin

Leşkerekî Tirkiyê di pevçûna bi PKKê re hat kuştin

Leşkerekî artêşa Tirkiyê di operasyona “Pence-Kilîl” a li Herêma Kurdistanê de hat kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, çawîşê bi navê Selahattîn Taşkin li herêma ku operasyona “Pence- Kilîl” di pevçûna bi PKK'ê re birîndar bû.

Diyar kir jî, Taşkinê birîndar ji bo nexweşxaneyê hat rakirin, lê tevî destêwerdana bijîşkî, wî canê xwe ji dest da.

Artêşa Tirkiyê di 18ê Nîsanê de li herêmên Metîna, Zab û Avşîn û Basiyan ên Başûrê Kurdistanê li dijî PKKya dest bi operasyona “Pence-Kilit” kiribû.

Her di wê çarçoveyê de jî, îstixbarata Tirkiyê (MÎT) îro ragihand, serkirdeyê di PKKê de yê bi navê Izetîn Înan ê bi nasnavê “Dêrsimê Meletiye” li çiyayê Garê li Duhokê hat kuştin.

Da zanîn jî, Înan dema bi komek çekdarên din re di civînê de bû, hat armankirin û ew û çekdarên pê re hatine kuştin.

 

K24

Top