• Monday, 16 February 2026
logo

HPG: Di 5 mehan de 1149 leşker û polîs hatine kuştin

Gulan Media October 28, 2018 Nûçe
HPG: Di 5 mehan de 1149 leşker û polîs hatine kuştin
HPG dide xuyakirin, di rêzeçalakî operasyonên 5 mehan de 395 çalakî encam dane û di encamê de 1149 serbaz û polîsên Tirkiyê hatine kuştin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPGê da xuyakirin, pêngava rêzeçalakiyên ku ji 9'ê Gulanê ve destpê kiribûn bidawî anîne.

HPGê diyar kir, di van çalakiyên seranserê Bakur û ser sînorê Başûrê Kurdistanê de bi giştî 1149 serbaz û polîsên Tirkiyê hatine kuştin.

Herwiha amaje bi wê jî kir, di rêzeçalakiyan de 32 otombêlên zirîpoş hatine têkşikandin.

Hêzên Parastina Gel (HPG) di derbarê wendayên xwe de jî ti agahî nedan.


Basnews
Top