• Monday, 16 February 2026
logo

Mensûr Barzanî: Di şerê Sihêla de herî kêm 250 çekdar û serbazên Iraqê hatin kuştin

Gulan Media October 28, 2018 Nûçe
Mensûr Barzanî: Di şerê Sihêla de herî kêm 250 çekdar û serbazên Iraqê hatin kuştin
Fermandeyê Pêşmerge li eniya Sihêla Mensûr Barzanî dibêje, piştî şikandina êrişa hêzên Iraqî hêzên Pêşmerge dikarîbûn pêşde biçin lê ferman ji wan re hat ku di cihê xwe de bimînin. Mensûr Barzanî da zanîn ku di şerê Sihêla de herî kêm 250 çekdar û serbazên Iraqî hatin kuştin.

Pêr yekemîn salvegera şerê Sihêla û mêrxasiya Pêşmerge bû. Bi wê helkeftê, fermandeyê Pêşmerge li eniya Sihêla Mensûr Barzanî ji televîzyona Kurdistan TV re gotiye, roja 17 Cotmeha par di çarçoveya rêkeftina Herêma Kurdistanê û Iraqê de hêzên Pêşmerge hinekî paşde vekişiyan lê hêzên Iraqî niyeta wan xirab bû û dixwastin tevahiya Kurdistanê dagîr bikin. Jixwe hinge şerê Pirdê jî hatibû kirin û Pêşmerge hêzên dijmin şikandibû, me jî ji wî şerî moral wergirtibû. Dema fermana bergiriyê hat dayîn me jixwe em amade bûn.

Mensûr Barzanî daye zanîn ku artêşa Iraqê bi 13 hezar çekdar û serbaz û çekên giran êrişî hêzên Pêşmerge kirin û gotiye, şeva 26 Cotmeha 2017 wan êriş kirin. Wan wisa hizir dikir ku êdî Pêşmerge nikare şer bike lê me ew şikandin. Me dikarîbû êrişî wan bikin û pêşde biçin lê ferman ji me re hat pêşde neçin.

Wî fermandeyê Pêşmerge li ser kuştî û birîndarên hêzên Iraqî jî gotiye, di şerê Sihêla û Mehmûdiyê de herî kêm 250 çekdar û serbazên wan hatin kuştin û 470 jî birîndarên wan hebûn.

Basnews
Top