• Monday, 16 February 2026
logo

Iraq hinartina Petrola Kerkûkê ji bo Îranê radiwestîn e

Gulan Media October 27, 2018 Nûçe
Iraq hinartina Petrola Kerkûkê ji bo Îranê radiwestîn e
Ajansa Reuters liser zarê berpirsek bilind ê Iraqê diyarkir: Iraq hinartina Petrola Kerkûkê ji bo Îranê radiwestîn e.

Berpirsek bilind ê Iraqê ji Ajansa Reuters re ragihandiye, hikûmeta nû ya Iraqê bi Serokatiya Adil Ebdulmehdî biryar da ye ku, hinartina Petrola Kerkûkê ji bo Îranê rawestîn e. Ew jî, wek pabendibûn bi sizayên Amerîka li ser Îranê. Herweha ligor çavkaniyan, dibe ku hikûmeta Iraqê bi rêya boriyê petrola Kurdistanê re petrola Kerkûkê ji bo Tirkiyê bişîn e.

Herweha Serokwezîrê Iraqê di derbarê sizayên Amerîka li ser Îranê ragihand, ew berjewendyên Iraqê liber çavan digrin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeh a 2017an, hinartina petrola Kerkûkê rawestiya ye, lê beşek ji wê petrolê di rêya tankeran re ji bo Îranê tê şandin.



K24
Top