• Monday, 23 February 2026
logo

Serokwezîr sersaxî da malbeta Kerîm Ehmed

Serokwezîr sersaxî da malbeta Kerîm Ehmed

Îro danê sibê li Hewlêrê koça dawî kir.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxînameyek bo malbeta Sekreterê berê yê partiya komonîsta Kurdistanê Kerîm Ehmed weşand.

Di peyama xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî nivîsandiye; Me nûçeya koça dawî ya Kerîm Ehmed bihîst, sersaxî didim malbeta wî, partiya komonîsta Îraq û Kurdistanê û hevparê xema wanim.

Xwedê jê razî Serkirdeyeke berçav û nîştimanperwer ya Kurdistan û Îraqê bûye.

Xwedê mezin rihê wî bi cenetê şad bike.

Top