• Monday, 16 February 2026
logo

Erdogan: Em dê gefên li rojhilatê Firatê ji holê rakin

Gulan Media October 27, 2018 Nûçe
Erdogan: Em dê gefên li rojhilatê Firatê ji holê rakin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku wek li aliyê rojavayê Firatê, em dê li rojhilatê Firatê jî çavkaniyên li dijî ewlehiya me ya neteweyî ji nav bibin.



Lûtkeya Çaralî ya li ser kêşeya Sûriyê li bajarê Stenbolê yê Trikiyê bi beşdariya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel bi dawî hat.



Pitşî lûtkeyê Erdogan, Pûtîn. Macron û Merkel civîneke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin.



Recep Tayyip Erdogan wiha got: “Daxwaza me ew e ku civîna me û biryarên me di civînê ea hildan ji birayên me yên ji Sûriyeyê re bi xêr bin. Armanca me ew e ku li qadê agirbesteke mayînde çêbe, bi cih were û xwîna dirije bê sekinandin. Me îro şêwrên ji dil û baş pêk anîn. Di çarçoveya daxwazên meşrû yên gelê Sûriyeyê da ji bo çareserkirineke siyasî û pêkhatina îstikrarê ya li welêt çi dikare bê kirin, fersend ket destê me û em li ser van mijaran sekinîn."



Erdogan ji bo çareserkirina krîza Sûriyş got: Me îro dît ku hewldana li Astanayê çêbû bi beşdariya Fransa û Almanyayê em dikarin pêşva bibin. Me li hev kir ku hem di asta civaka navneteweyî hem jî di nav 4 welatan de hevkarî were zêdekirin. Me got ku gorî şert û mercan pêvajoya avakirina Komîteya Destûra Bingehîn di demeke kurt de bên temamkirin."



Di berdewamiya axaftina xwe de Erdogan got jî "Em dê wekî li rojavayê Firatê li rojhilatê wê jî çavkaniya gefên li dijî ewlekariya me ya neteweyî berteref bikin. Tirkiye ne li ser sînorên xwe û ne jî li tu herêmeke Sûriyeyê dê destûrê nede ku komên terorê derkevin meydanê."

Rudaw
Top