Welatiyekî Alman bi hêceta endambûna YPGê hat cezakirin
Welatiyê Almanya yê bi navê Patrick Kraicker ê 28 salî, ku berê 4 salan di nava artêşa Almanya de leşker bû, 14ê Adara 2018ê li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû girtin.
Li gor medyayê Tirkiyê, Patrick Kraicker lixwe mikur hate ku wî dixwest here Rojavayê Kurdistanê û tevlî refên YPGê bibe ku du caran bi rêya firokeyê hate Tirkiyê pişt re derketiye.
Patrick Kraicker bo girtîgeha Xarpêtê hatibû şandin û du dadgehê “bi hêceta endambûna rêxistina terorê” bi 6 sal û 3 mehên zindanê hate cezakirin.
Li aliyê din wezîrê navxwe yê Almanya ragihand ku ji Almanya 249 kes çûne Sûriyê û Iraqê ji bo ku şerê DAIŞê bikin, gelek ji wan tevlî YPGê bûne.
Rudaw
