• Monday, 16 February 2026
logo

Cîgirê serokê parlamentoya Iraqê: Divê rewşa Kerkûkê normal bibe

Gulan Media October 27, 2018 Nûçe
Cîgirê serokê parlamentoya Iraqê: Divê rewşa Kerkûkê normal bibe
Cîgirê serokê parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad daxwaz kir, rewşa bajarê Kerkûkê û deverên din yên Kurdistanî normal bibe. Hedad her wiha ragihand, dê lêjneyek bo hesibandina ziyanên ku lehiyê li xelkê Başûrê Kurdistanê daye, pêk were.

Cîgirê serokê parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad, îro li Hewlêrê li ser ziyanên ku lehiyê li xelkê devera Balakeyatî û deverên din yên Kurdistanê daye, civîneke rojnamevaniyê li dar xist û ragihand, dê lêjneyek bo hesibandina wan ziyanan were pêkanîn.

Beşîr Hedad her wiha got, piştî lêkolîn û hesibandina ziyanan divê hikûmetên Kurdistan û Iraqê wan ziyanan qerebû bikin.

Li ser rewşa koçberên Kerkûk û Xurmatû û deverên din yên Kurdistanê jî, cîgirê serokê parlamentoya Iraqê got, divê asankarî bo vegera koçberan bê kirin û alîkariya wan jî were kirin.

Beşîr Hedad anî ziman ku divê rewşa Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî normal bibe.

Basnews
Top