• Monday, 16 February 2026
logo

Amerîka... Di êrişa li ser kinîşteyê de herî kêm 8 kes hatin kuştin

Gulan Media October 27, 2018 Nûçe
Amerîka... Di êrişa li ser kinîşteyê de herî kêm 8 kes hatin kuştin
Li Amerîkayê kinîşteyek (sînagog) rastî êrişê hat û li gor agahiyan di encama êrişê de herî kêm 8 kes hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn

Li bajarê Pittsburgh ê li eyaleta Pensîlvanya ya Amerîkayê li dijî kinîşteyekê êrişeke çekdarî pêk hat.

Hat ragihandin ku di encama êrişê de herî kêm 8 kesan canê xwe ji dest dane û hejmareke xelkê sivîl jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku ji ber Ayîna Şemiyê gelek kes di kinîştê de hebûn û hat gotin ku kesê êrişkar ku ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin bi dirûşmên li dijî xelkê cihû êrişî welatiyan kiriye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ser Twitterê di derbarê bûyerê de peyamek belav kir û ji welatiyan xwest ku li hember vê bûyerê û kesê êrişkar hişyar bin.

Basnews
Top