Muzîkjena Îranî Esel Melekzade: Gelek ji çand û muzîka Kurdan hez dikim
Muzîkjena Îranî û Serperişta Grûpa Defjenên Sermest Esel Melekzade di hevpeyvînekê de bi Tora Medyayî ya Rûdawê re dibêje, ew gelek ji Kurdan, çanda Kurdan û muzîka Kurdî hez dike, lewra jî jenîna defê ji xwe re hilbijartiye.
Esel Melekzade dibêje, "Ez xwe ne Kurd im, lê ez evîndarê mirovên Kurdistanê me. Ez hertim hest û enerjî û semîmiyetê ji xelkê Kurdistanê werdgirim."
Melekzade behsa defjenîna xwe dike û dibêje, berê defjinên jin gelek kêm bûn û ew rastî gelek zehmetiyan hatiye, lê belê ew rijd bûye li ser jenîna wê amûrê.
Bi gotina wê mûzîkjena Îranî, wê ji temenê 12 saliyê ve jenîna defê dest pê kiriye û dema 21-22 salan e ku ew wê amûra muzîkê dijene. Esel Melekzade dibêje, "Niha min zêdetirî 100 fêrxwaz li Tehranê hene û min grûpa Defjenên Sermest heye û 90 jenyarên jin in. Ev bo min gelek başe û bûyereke kêm mînak e."
Ev naveroka hevpeyîna bi Esel Melekzade re ye;
Rûdaw: Birêz Melekzade, ew hesta ku berî werî ser Kela Hewlêrê te hebû, di konsertê de te hest bi heman atmosferê kir?
Esel Melekzade: Belê ew kelecan hebû çi berî konsertê, çi piştî konsertê. Ez gelek keyfxweş bûm ku xelk hat û pêşwazî kir û gelek konserteke ciwan bû. 10 kes ji jenyarên grûpa sazên rîtmî ya Sermest bûn ku em bi nûnertiya 85 jinan hatibûn vir û 10 kes jî ji grûpa defjenên birêz Hejar Zehawî bûn. Me 10 mêr û 10 jinan li ser steycê (dikê) jenyarî kir û gelek hate pêşwazkirin û konsêrterek bê mînak bû.
Rûdaw: Tenê def bûn yan amûrên din jî?
Esel Melekzade: Grûpa me ji def û dayire û dikarim bêjim percussion pêk tê. Min tenê def û grûpa birêz Zehawî pertacion def bû ew jî pêkhateyeke gelek baş bû.
Rûdaw: Li derdora Îranê gelek welat hene û gelek netewe hene, tu ji koma mûzîkên Rojhilata Navîn ji bilî mûzîka zimanê te yê dayîkê, ji kîjan mûzîkê hez dikî?
Esel Melekzade: Min serdana Ewropa û Amerîkayê kiriye û beşdarî çendîn festîvalan bûme, lê hertim min gotiye ew hesta semîmî û atmosfera di nav gelên Rojhilata Navîn de heye, bi temamî cuda ye. Tu rastiyê bixwazî, ez xwe ne Kurd im, lê ez evîndarê mirovên Kurdistanê me. Ez hertim wê hest û enerjî û semîmiyetê ji xelkê Herêma Kurdistanê werdgirim.
Rûdaw: Niha divê bipirsim çima?
Esel Melekzade: Çima ez ji Kurdan hez dikim?
Rûdaw: belê
Esel Melekzade: Gelek dilovan in, gelek mêvanhez in.
Rûdaw: Çima ji mûzîka Kurdî hez dikî?
Esel Melekzade: Ez gelekê jê hez dikim, yek ji sedemên ku ez ber bi defê ve çûm, mûzîka Kurdî bû. Bi rastî dema ez zarok bûm min guhdariya mûzîka Kurdî dikir, wê yekê weha kir ku handanek bo min çêbibe ku ez ber bi defê ve biçim.
Rûdaw: Bi bawera te, mûzîka Kurdî pêşketî û îspatkirê ye yan di pêşketinê de ye?
Esel Melekzade: Di pêşketinê de ye, ji ber ku nêzîkê 18 salan e ez serdana Kurdistana Iraqê dikim, ji bilî Kurdistana Îranê, bi rastî ez wê pêşketinê bi tayebtî li Kudistana Îranê hest dikim. Eva jî guhertineke mezin û pîvaneke mezin e.
Rûdaw: Tu cudahiyekê di navbera mûzîka Rojhilatê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê de dibînî?
Esel Melekzade: Gelek ne, di warê zarave de belkî hinek ji hev cuda bin, lê gelek cudahî nîne.
Rûdaw: Tu çûyî bajarên Rojhilatê Kurdistanê?
Esel Melekzade: Belê, Hewraman, Pawe, piraniya cihan, Sine û Seqiz.
Rûdaw: We çalakî hebûn?
Esel Melekzade: Me çalakî jî hebûn li gel grûpên cor bi cor.
Rûdaw: Te ji wan navçeyan hez kir?
Esel Melekzade: Min ji hemûyan hez kir, ez bi giştî ji Kurdistanê hez dikim. Çi li Îranê çi Kurdistana Iraqê be.
Rûdaw: Amûrên mûzîkê yên rîtmî, ji bo jinan cihê xwe girtiye?
Esel Melekzade: Berê ne, dema min dest bi fêrbûna defê kir, ez gelek rastî pirsgirêkan hatim. Hemûyan ji min re digot, te çima def hilbijartiye, ev amûreke mêranî ye û Kurdî ye û tenê Kurd lê didin. Êdî ev zîhniyet li cem min çêbû ku çima ji ber ku ez jin im nikarim li defê xim.
Rûdaw: Bi çi nerînekê digotin def amûreke mêran e û Kurd lê didin, di nav Kurdan de jin jî hene ku defjin in.
Esel Melekzade: Digotin defê hêza zêde divê. Niha jin zêde bûne, berê wisa nebû, digotin ji ber ku defê hêzeke zêde divê, belkê tu nekarî, destên te wê xera bibin, ji xwe re amûreke din hilbijêre. Lê ez hertim bihêz ve radiwestim weke jineke nûnera jinên Îranê. Ez hewil didim ku ewqasî baş fêr bibim ku vê riyê bi hêz ve berdewam bikim.
Rûdaw: Dema te dest bi fêrbûnê kir, te pêngavên destpêkê bo amûrên rîtmî avêtin û destpêşxerî kir an berî te hebû?
Esel Melekzade: Belê, temenê min 12 sal bûn ku min destpê kir, niha 21-22 sal in ez di karê defjenînê de me.
Rûdaw: Berî te jinên defjen hebûn?
Esel Melekzade: Gelek kêm bûn, niha gelek zêde bûne bi sedema torên civakî, berî 20 salan ne torên civakî hebûn û ne ewqas saz li ber destên xelkê bûn.
Rûdaw: Ew cîgirtina ku tu behs dikî, taybet bi civakekê ye yan bi gişt amûrên rîtmî di nav jinan de cih girtine?
Esel Melekzade: Ne bi giştî wisa ye, niha gelek giştgîr bûye û ev jî guhertineke baş e.
Rûdaw: Tu keyfxweşî?
Esel Melekzade: Bi rastî keyfxweş im. Niha min zêdetirî 100 fêrxwaz li Tehranê hene û min grûpa Defjenên Sermest heye û 90 jenyarên jin in. Ev bo min gelek başe û bûyereke kêm mînak e. Ez hez dikim ku hemû ew jinên îşev li wir in û hemû ew jinên ku li wir dijîn û sazê lênadin û li pey hunerekê naçin, bila nîşandana hunera Grûpa Sermest ji wan re bibe handanek ku destpê bikin û her saza ku jê hez dikin hilbijêrin, lê heya dawiyê berdewam bikin.
Rudaw
