Nêçîrvan Barzanî peyameke hevxemiyê ji bo qurbaniyên lehiya Urdinê şand
Nêçîrvan Barzanî di peyama hevxemiyê de ragihand, bi mixabineyeke mezin me nûçeya karesata lehiyên roja Pêncşemê li navçeya Deryaya Mirî bihîst, ku tê de zêdetir ji 20 kesan bûn qurbanî û canê xwe jidest dan.”
Herwiha got: “Ji dil ve, dilsozî û hevxemiyê bi cenabê we, gel, hikûmeta Urdinê û malbatên qurbaniyan re parve dikin. Xwedêyê gewre qurbaniya di bihuşta xwe de şad bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyan.
Roja Pêncşema bûrî 25ê Cotmehê baseke xwendekaran ku 37 xwendekar û 7 mamoste tê de bûn li navçeya Deryaya Mirî ya Urdinê di geştekê de bûn û li ber lehiyekê çû, di encamê de 21 kesan canê xwe jidest da, piraniya wan zarok bûn.
