• Monday, 16 February 2026
logo

Li Geverê 2 gund di bin avê de man

Gulan Media October 26, 2018 Nûçe
Li Geverê 2 gund di bin avê de man
Li navçeya Geverê ya ser bi bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde li 2 gundan 250 mal hatin valakirin.



Ev 2 roj in li navçeya Geverê ya ser bi bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê baraneke zêde dibare. Ji ber vê barana zêde 2 gundên bi navê Qaydan û Alekanan, ku 20 kîlometreyan dûrê navçeyê ne û her yek ji wan ji 150 mal û 100 malan pêk tê, lehî rabû.



Li her gundan ji ber lehiyê gelek mal di bin avê de man û hatin valakirin. Herwiha Rûbarê Çemîneyê jî ji ber baranê, ku di nav gundê Alekanan re derbs dibû, di ser çû û ji ber vê yekê jî gelek malbat neçar man ku malên xw evala bikin.



Piştî bûyerê tîmên alîkariyê yên ser bi Rêveberiya Taybet a Colemêrgê û Rêveberiya Şantiyê ya Geverê bo cihê bûyerê hatin veguhastin.



Baran û şiliya li herêmê berdewam dike.

Rudaw
Top