Çavdêreka siyasî: Kabîneya nehem karî kirîzan bi rengekî serkeftî birêve bibe
Çavdêreka siyasî dibêje, kabîneya nehem ya hikûmeta Kurdistanê di heyama sê salên borî de kariye bi rengekî serkeftî rûbirûyê hemû astengî û zehmetiyan bibe.
Sê sal bi ser destpêkirina karê kabîneya nehem ya hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî re derbas bû.
Çavdêra siyasî dr. Neda Mêrgesorî li ser performans û xebata kabîneya nehem ji BasNewsê re got, hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî zêdebarî hebûna gelek astengên siyasî, daraî û aborî karî bi rengekî serkeftî kar bike û rewşê kontrol bike.
Dr. Neda Mêrgesorî her wiha got, kabîneya nehem ya hikûmetê bi wêrekî, cidîyet, rastgoyî û xebatên reformê dest pê kir û ev pêngavên han heta niha jî berdewam in, ev jî bûne sebeb da ku welatî bi baweriyek zêdetir li pêşeroja Herêma Kurdistanê binêrin.
Wê çavdêra siyasî ev jî da xuyakirin, kabîneya nehem ji bilî rijdiya li ser çareserkirina arîşeyên navxwe û pêşxistina sektora pîşesazî û çandinî û brandkirina berhemên navxwe û bihêzkirina jêrxana Kurdistanê, di warê navdewletî û dîplomasî de jî hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî pêngavên baş havêtiye. Ev jî pêgeha Kurdistanê bihêztir dike û hêviyeka geşe e jî bo pêşeroja gelê Kurdistanê.
Bi gotina dr. Neda Mêrgesorî, kabîneya nehem kariye di sê salên borî de destkeftên baş bi dest bîne, ji ber wê jî divê aliyên siyasî yên Kurdistanê piştevaniya hikûmetê bikin û alîkariya wê bikin da ku bernameya wê bi ser bikeve.
Wê çavdêra siyasî di dawiyê de got, hikûmeta Kurdistanê hikûmeta me hemiyan e, tenê hikûmeta partiyeka siyasî nîne. Mixabin hinek aliyên siyasî bo berjewendiyên xwe yên teng dijberiya hikûmetê dikin. Baweriya me bi serkirdetiya Mesrûr Barzanî heye ku bi ser arîşe û astengan de bi ser bikeve û pêgeha Kurdistanê bihêztir bike.
Basnews
