• Monday, 23 February 2026
logo

Li Îspanyayê îsal bi sedan kes ji ber germayê canê xwe ji dest dane

Li Îspanyayê îsal bi sedan kes ji ber germayê canê xwe ji dest dane

 Pêleke germayê berê xwe daye welatên rojavayê Ewropayê û bi taybetî li Portugal û Ispanya, ku pileyên germayê 40 pile derbas kirin. Li Îspanyayê tenê îsal bi sedan kes ji ber germê canê xwe ji dest dane

Li Îspanyayê çend roj in pileyên germê ewqas zêde bûye ku welatî bêzar bûne û tenê îsal li wî welatî  1918 hezar kes ji ber germê canê xwe jidest dane.

Keşnasî dibêje, 47 salên germahiyeke wiha berê xwe nedaye wî welatî.

Karker Jookven Ebad got: “Îsal kêmkirina roj û demjimêrên kar dê li gorî salên borî zêdetir bibe. Guhertina keşûhewayê sal bi sal xirabtir dibe. Tekane çareya pêşîgirtina keşûhewayê kêmkirina demjimêrên xebatê ye."

Deh roj in li piraniya bajarên Îspanyayê germahî ji 40 pileyan zêdetir e.

Roja Îniyê bilindtirîn pileya germê li bajarê Badajozê yê li rojavayê welat a îsal bi 46 pileyan hat tomarkirin.

Rehberê Geştyarî Viktor Tores jî dibêje: “Bi rastî gelek zehmet e û geştyar ji ber germê serdana Îspanyayê nakin. Sîwanan bikar tînin, gelek caran em ji bo kirîna avê radiwestin û diçin ber siyê da ku kes ji ber germê ji ser xwe ve neçe."

Li gorî malpera Daily Mortality, li Îspanyayê tenê îsal 829 kes di meha Hezîranê de bi tevahî 1918 kesan ji ber germê canê xwe jidest dane. Ji sala 2020ê ve hejmar nêzîkî 7000 kesan e.

Berdevka Rêkxistina Keşnasiya Cîhanî Klar Nolîs ragihand, ev duyem pêla germayê ye ku îsal berê xwe dide rojavayê Ewropa bi taybetî li Ispanya û Postugal, tê pêşbînîkirin ku bihêztir û tundtir bibe.

Ev pêla germayê bandoreke mezin li ser çemên qeşayê dike. Li gor Berdevka Rêkxistina Keşnasiya Cîhanî, ev werz dê ziyaneke mezin bigihîne çemên qeşagirtî. Ev yek di demekê de ye ku berî heftiyekê li çiyayê Marmolada li Îtalya qeşa heliya û herifî di encamê de 11 kesan canê xwe ji dest dan.

Berpirsên tenduristiyê yên Îspanyayê hişyarî dan 13 herêmên welêt û ji kal û pîr û zarokan xwestin ku di rojên pêş de û di germahiyê dernekevin derve.

 

Rudaw

Top