Aydin Meirûf: Mesrûr Barzanî kesayetekî karîzmatîke û bi wêrekî pêngavan davêje
Wezîrê karûbarên pêkhateyan behsa serkeftina kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û dibêje Mesrûr Barzanî û kabîneya wî piştevaniyekî mezin li pêkhateyan dikin.
Wezîrê Herêmê yê karûbarên pêkhateyan Aydin Meirûf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Kabîneya nehem a bi serokatiya Mesrûr Barzanî pêngavên giring avêtine, ji wan jî ya herî giring danîna wezîrê taybet ê ji bo karûbarên pêkhateyan karekî gelek baş bû. Ew jî tê wê wateyê ku hikûmet piştevaniyê li pêkhateyan dike. hêvîdarim ev dosya yan jî ew wezaret bibe fermangehek an jî desteyek yan wezaretek ji bo pêkhateyan û heta naha bi awayekî baş pêngav hatine avêtin û kabîneya nehem a hikûmetê de bê cudayî berevanî li pêkhateyan hatiye kirin.
Herwaha diyar kir: ‘’Mesrûr Barzanî kesayetekî karîzmatîk e, ev yek jî pir giringe û gelek cîdî ye di karên xwe de. Bê cudayî kar dike. cudayiyê di navbera wezaretan de nake û wek yek tîm kar hatiye kirin û bixwe jî alîkariya wezaretan dike ji bo ku serkeftî bin. Naha jî di vê heyamê de gelek pirsgirêkên siyasî ji bo hikûmetê hatine çêkirin. Mijara ewlehiyê hebû ku li gel jî şewba korona û pêwendiya Hewlêr û Bexda û neşandina budce ji aliyê Bexdayê ve, lê bi hewla serokê hikûmetê ew pirsgirêk hatin çareser kirin û dahata neft û dahata derveyî neftê jî ve bê paşketin mûçeyê fermanberan hate dabîn kirin. Ev pêngavekî gelek wêrekî bû ji bo kak Mesrûr Barzanî û astengiyên herî mezin karî derbas bike.’’
Basnews
