Hêzên Tirkiyê hinek deverên Şehbayê topbaran kirin
Hêzên Tirkiyê û girûpên çekdar ên alîgirê wê rêya navbera gundên Til Qirah û Wehşiya li herêma Şehbayê topbaran kirin.
Li gor çavkaniyên xwecehî, îro Çarşemê 13ê Tîrmehê, hêzên Tirkiyê û girûpên çekdar ên girêdayî wê rêya navbere gundên Til Qirah û Wehşiya li herêma Şehbayê topbaran kirine.
Heman çavkaniyan diyar kirin ku heta demjimêr 08:30 deqe yên serê sibehê topbaran berdewam bûye lê heta niha ti zaniyarî derbarê zeraran de nehatine belavkirin.
Roja 12ê Tîrmehê jî hêzên Tirkiyê û girûpên çekdar gundê Samûqa û Bendava Şehbayê topbaran kiribûn.
Rudaw
