Li Kerkûkê 3 kes hatin kuştin
Li bajarokekî ser bi Kerkûkê ve 3 kes di nava malekê de kuştî hatin dîtin.
Berdevkê Polîsê Kerkûkê, Amir Nûrî ji Rûdawê re ragihand, li gundê Çîmen ê ser bi bajarokê Qerehencîr ve jin û mêrek û zilamekî din di nava malekê de bi kêrê hatine kuştin.
Berdevkê Polîsê Kerkûkê got, li gor zanyariyan jin Ereb e û mêrê wê Kurd e, herwiha zilamê duyem ê di malê de hatiye kuştin, birayê jinê ye.
Amir Nûrî destnîşan kir, “polîs derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin û kesên tohmetbar hatine destnîşankirin, lê belê heta niha ew kes nehatine desteserkirin û bo derveyî Kerkûkê reviyane.”
Berdevkê Polîsê Kerkûkê di beşeke din a axaftinên xwe de diyar kir, heta niha nayê zanîn ew kes ji ber kîjan sedemê hatine kuştin.
Çavkaniyekî ji bûyerê agahdar ji Rûdawê re ragihand, navê wî zilamê Kurd ku hatiye kuştin, Ehmed Mihemed Elî ye. Hevjîna wî û birayê jinê Ereb in û nayê zanîn li ser çi hatine kuştin, di demekê de ku heta derengiya şevê di mêvaniyê de bûne.
Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê Hîwa Husamedîn jî li pêşiya mala bûyer lê çêbûye, diyar kir, polîsan gotine ku “bûyer bi sedema pirsgirêkeke civakî ya dêrîn” çê bûye.
Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, “tê gotin ku du sê kes çûbin wê malê û destpêkê mêrê jinê kuştin û piştre jî hevjîna wî zilamî û birayê wê kuştine.”
Termên her sê welatiyan bo karûbarên otopsiyê rakirine Nexweşxaneya Azadî ya Kerkûkê.
Rudaw
