• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî peyameke sersaxiyê ji serokê Esqufiya Kildanî re şand

Gulan Media October 26, 2018 Nûçe
Serok Barzanî peyameke sersaxiyê ji serokê Esqufiya Kildanî re şand
Serok Mesûd Barzanî, peyameke sersaxiyê arasteyî Serokê Esqufiya Ebreşiya Kildanî li Hewlêrê, Metran Mar Beşar Metî Werda kir.

Têkista Peyamê:

Birêz cenabê Metran Mar Beşar Metî Werda

Bi mixabinî nûçeya koça dawî ya bavê rêzdariya wê gihişte min. Di vê helkefta xemgîn de, ez xwe hevparê xema we dibînim û sersaxiyê ji we û malbata we re dixwazim.

Ji Xwedayê Mezin lave dikim bavê wê yê koçkirî bixe ber dilovaniya xwe û aramî û bihinfirehiyê bi hemû meriv û hogirên wî ve bibexşîne.

Mesûd Barzanî

26ê Cotmeha 2018an
Top