Sancar: Ti peywendiyeke HDPê bi PKKê re nîne
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar derbarê wan îdîayan de ku dibêjin peywendiya wan ligel PKKê heye, got: “Ti peywendiyeke me ligel rêxistineke din, ligel PKKê nîne, me hertim ev yek gotiye. Em bi xwe biryarên xwe didin.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar da zanîn ku HDP di nav yekpareyiya Tirkiyê de meşa xwe ya bi biryar bo çareseriya demokratîk berdewam dikin û got, ti peywendiyeke HDPê ligel PKKê nîne.
Sancar di weşaneke zindî ya televizyoneke Tirkiyê de got: “Niha HDP eger bi rastî wek ew dibêjin bûya, çawa hewqasî bi germî bê pêşwazîkirin û qebûlkirin? Hemû kes vê dibîne; em behsa 8-10 milyon deng dikin. Gelo 10 milyon mirov hene bixwazin Tirkiyê parçe bikin, nexêr. Ti peywendiyeke me ligel rêxistineke din, ligel PKKê nîne, me hertim ev yek gotiye. Em bi xwe biryarên xwe didin.”
Hevserokê HDPê da zanîn ku şerekî sîstematîk ê psîkolojîk tê birêvebirin û got: “Bêguman dê ev yek bandore li hinekan bike, lê bifikirin pêşdaraza çend sal berî niha zêdetir bû. Niha hejmara yên guhê xwe didin gotinên desthilatê roj bi roj kêm dibe. Niha HDP eger bi rastî wek ew dibêjin bûya, çawa hewqasî bi germî bê pêşwazîkirin û qebûlkirin? Hemû kes vê dibîne; em behsa 8-10 milyon deng dikin. Gelo 10 milyon mirov hene bixwazin Tirkiyê parçe bikin, nexêr. Ti peywendiyeke me ligel rêxistineke din, ligel PKKê nîne, me hertim ev yek gotiye. Em bi xwe biryarên xwe didin. Xwezî hun rojekê bihatana civînên me, civîneke kêmî 7 demjimêran nîne.”
Sancar got: “Hemû tişt bi hûrgilî di civînan de tê nîqaşkirin. Dema li me temaşe dikin ti gumana wan nîne. Dijî me doza girtinê vekirin, Dadgeha Destûra Bingehîn îdîaname paşde vegeran `ev çi rezalet e?`. Di demekê de ku ev hemû li holê ne êdî ev pirs ji me nayê kirin. Ji ber tevî hemû êrîşan HDP li ser siyaseta demokratîk pêdagir e. Di nav yekpareyiya Tirkiyê de li ser meşa xwe ya bi biryar bo çareseriya demokratîk berdewam e. Di vî warî de teredûteke herî biçûk nîne, gelek kes ji vê piştrast bûne. Erkê me ew e yên piştrast nebûne jî xwe bo wan bidin nasandin.”
Rudaw
