• Monday, 16 February 2026
logo

Karvedanên Navdewletî liser hukimeta nû ya Iraqê

Gulan Media October 26, 2018 Nûçe
Karvedanên Navdewletî liser hukimeta nû ya Iraqê
Neteweyên Yekgirtî daxwaz dike Serokwezîrê Iraqê di zûtirîn dem de tevahiya kabîneya xwe rabighîne.

Jan Kubîş. Nûnerê Sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê di daxuyaniyekê de daxwaz ji Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî kir ku, di zûtirîn dem de tevahiya kabîneya xwe rabighîne û dilgiraniya xwe anî ziman di derbarê nebûna jinan di nava kabîneya wî de.

Herwiha Kubîş pesnê Parlemana Iraqê kir, bo pejirandina hejmarek ji kabîneya nû ya Iraqê û hêvîdare ku ev prosês bi zûtirîn dem bidawî were.

Amerîka pîrozbahiya pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê li Serokwezîr dike, tekeziyê jî liser karkirin digel hikumet û Parlamentoya Iraqê dike.

Ji aliiyê xwe ve, Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî de Brêtt mcGurg, di twîtekê de pîrozbahiya pêkanîna hikumeta nû li Serokêwezîr dike û radighîne, bawerîdan bi Wezîrên Neft, Kehrebê û Derve, dê bandorî liser pêşvebirina bilez a Iraqê di qonaxa piştî dawîhatina DAIŞê de hebe. Balkişand ser wê yekê jî, Amerîka kar digel hikumet û Parlamentoya nû ya Iraqê dike.

K24
Top