• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî di salvegera Dastana Sihêla de peyamek belav kir

Gulan Media October 26, 2018 Nûçe
Serok Barzanî di salvegera Dastana Sihêla de peyamek belav kir
Serok Mesûd Barzanî di yekem salvegera Dastana Sihêla de, peyamek li ser hejmara xwe ya Twitterê belav kiriye û têde nivîsiye: Îro bîst û şeşê Cotmehê, yekem salvegera Dastana Mezin a Sihêla û Mehmûdiyê ye, ku tê de Pêşmergeyan dîrokeke nû ya bergirî û xwe neçemandinê tomar kirin.

Di dirêjiya peyama xwe de Serok Barzanî dibêje: Sipas ji bo wan qaremanên beşdar û bi hezaran silav ji bo şehîdên wê Dastanê, ku xwîna xwe pêşkêşî gel û niştiman kirin.

Piştî pîlana 16ê Cotmeha 2017an û dagîrkirina Kerkûkê û gellek navçeyên din yên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê ji aliyê Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê ve, ku bi alîkariya hin serkirde û fermandeyên ser bi YNKê ve ew pîlan hatibû encamdan, çekdarên Heşdê û hêzên Iraqî xwestin navçeya Sihêla û Mehmûdiye jî dagîr bikin û destê xwe li ser dergeha navdewletî ya Ibrahîm Xelî û korîdora Pêşabûrê deynin, lê hêzên Pêşmergên Kurdistanê rê li ber wan girtin û bi tundî bersiva çekdarên Heşdê û Artêşa Iraqê dan û bi dehan ji wan kuştin û birîndar kirin û bi dehan jî dîl kirin û paşê ew dîlana serbest berdan û bi vê yekê dastaneke din di dîroka berevaniyê di ber axa Kurdistanê de, tomar kirin.
Top