• Monday, 23 February 2026
logo

Kiliçdaroglu: Bo vegerandina koçberên Sûrî her tişt amade ye

Kiliçdaroglu: Bo vegerandina koçberên Sûrî her tişt amade ye

 Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbarê gotinên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu de got, koçberên Sûriyê dê bi awayekî tendirust vegerin welatê xwe û ji bo wê yekê hemû tişt amade ne.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu doh Yekşembê 10ê Tîrmeha 2022an di çarçoveya bernameya xwe ya Cejna Qurbanê de bi nûnerên çend saziyên civaka sivîl ên koçberan re civiyabû û piştî civînê derbarê rewşa koçberên li Tirkiyê û pêşhatên dawî yên li wî welatî de axivîbû û gotibû, li Tirkiyê zêdeyî 700 hezar zarokên koçberên Sûrî ji dayik bûne.

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu jî heman rojê li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê van gotinên Soylu de peyamek belav kir.

Kemal Kiliçdaroglu di peyama xwe de ragihandiye: “Li welatê me 700 hezar zarokên Sûrî jidayik bûne. Temenê wan dirêj be. Zarok dewlemendiya welatan e û ev zarok jî dewlemendiya Sûriya wêran in. Dê di mercên tendirust de vegerin, hemû tişt amade ne.”

Kiliçdaroglu diyar kir, eger ew bibin desthilatdar, ew dê koçberên Sûrî di nava 2 salan de vegerînin welatê wan. Kiliçdaroglu wiha got, “Di desthilatdariya me de ev prose dê di 2 salan de temam bibe. Dê bi def û zirnê vegerin.”

Li gor amarên fermî li Tirkiyê derdora 3 milyon û 700 hezar koçberên Sûrî hene.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihandiye ku heta niha ji Tirkiyê 503 hezar û 150 koçberên Sûrî li ser daxwaza xwe ji Tirkiyê vegeriyane welatên xwe.

 

 

Rudaw

Top