• Monday, 23 February 2026
logo

Li Rihayê jinekê zilamek kuşt

Li Rihayê jinekê zilamek kuşt

Li navçeya Sirûcê ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê li kolanê di navbera jinek û mêrekî pevçûn çêbûye û di encam de jinê bi çekê ew mêr kuştiye.

Li gor agahiyan li navçeya Sirûcê ya Rihayê ji ber sedemeke nayê zanîn di navbera jin û mêrekî de pevçûn derketiye û di encamê de jina bi navê F.S ya 20 salî mêrê bi navê F.D yê 25 salî bi çekê kuştiye.

Li ser  Cadeya Mizar a  Taxa Cumhuriyetê  di navbera F.S.  û F.D. de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî nîqaşê F.S. çeka ligel xwe veşartibû derxist û gule berdan F.D. û li cihê bûyerê F.D. canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê termê zilam bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê hatiye birin û jin jî ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.

Hat gotin ku di îfadeya xwe ya ligel polîsan de F.S gotiye "Min namûsa xwe paqij kir."

 

Rudaw

Top