Li Rihayê jinekê zilamek kuşt
Li navçeya Sirûcê ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê li kolanê di navbera jinek û mêrekî pevçûn çêbûye û di encam de jinê bi çekê ew mêr kuştiye.
Li gor agahiyan li navçeya Sirûcê ya Rihayê ji ber sedemeke nayê zanîn di navbera jin û mêrekî de pevçûn derketiye û di encamê de jina bi navê F.S ya 20 salî mêrê bi navê F.D yê 25 salî bi çekê kuştiye.
Li ser Cadeya Mizar a Taxa Cumhuriyetê di navbera F.S. û F.D. de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Piştî nîqaşê F.S. çeka ligel xwe veşartibû derxist û gule berdan F.D. û li cihê bûyerê F.D. canê xwe ji dest da.
Li ser agahdarkirinê termê zilam bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê hatiye birin û jin jî ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.
Hat gotin ku di îfadeya xwe ya ligel polîsan de F.S gotiye "Min namûsa xwe paqij kir."
Rudaw
