Li Hewlêrê teqe li mala endamekî serkirdetiya YNKê hat kirin
Îro li bajarê Hewlêrê teqe li mala endamê serkirdetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Hacî Mesîfî hat kirin û pasevanek birîndar bû.
Peyamnêrê K24ê yê li Hewlêrê Hoşmend Sadiq ragihand: “Vê sibê li taxa Hewlêra Nû, teqe li mala endamê serkirdetiya YNKê Hacî Mesîfî hat kirin û gulleyek li pasevanekî wî ket û ew rakirin nexweşxaneyê.”
Peyamnêrê me eşkere kir: “Piştî bûyerê hêzên asayîşê û polîs gihîştin cihê bûyerê û dest bi lêpirsîna bûyerê kirin, ji bo naskirina êrîşkar, kamerayên çavdêriyê bi xwe re birin.”
Herwiha diyar kir: “Malbata endamê serkirdetiya YNKê dibêjin, kêşeyeke me ligel ti kesî tune ye, em çavrê dikin ku hêzên ewlehiyê û dadgeh lêkolîna vê bûyerê bikin.”
Endamê serkirdetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Hacî Mesîfî ji rojnamevanan re diyar kir: “Vê sibê di demjimêr 02:15an de mala min rastî destdirêjiya gulleyan hat û teqe li jûra min a razanê û jûra pasevanên min hat kirin.”
Rudaw
