Nêçîrvan Barzanî: Qonaxa niha pêwîstî bi aramiyê heye
Pêşhatên siyasiyên Îraq û Herêma Kurdistanê, pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqa federal, têkeliyên Yekêtiya Ewropayê digel Îraq û Herêma Kurdistanê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, hilbijartina parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê di civînê de hatin gotûbêj kirin.
Nêçîrvan Barzanî ji şandeya Yekêtiya Ewropayê re behsa rewşa herêmî kir û got ku qonaxa niha ya Îraq û herêma Kurdistanê pêwîstî bi aramiyê heye û divê karê pêşîne dabînkirina aramiyê, xizmetgozariyên giştî û şaksaziya aborî be.
Serowkezîr got ku Herêma Kurdistanê giringiyeke taybet bi têkeliyên xwe yên bi Yekêtiya Ewropayê re dide.
