Endezyarên Hollanda mijûlî çêkirina trêna hyperloop a bilez in
Tîmeke xwendekarên Zanîngeha Teknîkî ya Delftê li bajarê Delft yê li başûrê rojavayê Hollandayê mijûlî projeya trêna bilez in ku wek trêna Hyperloop tê naskirin.
Serpereştê Tîma Endeziyaran, Hidde de Bos dibêje, “Em xwedanê projeya Delft Hyperloopin û li pişt min amûrê ceribandinê yê 75 metre tê dîtin.Bi rastî, em trênek çêdikin ku bi hêza magnetîsê di fezayê de digere.”
Trêna Hyperloop vargonek e ku di tunelek hewayê de tê danîn. Di her vargonekî de herî kêm cihê 20 kesan dibe. Leza wê di saetê de nêzî 1200 kîlometre ye.
Herwiha ew trên di fezayê de bi pêlên magnetîsî bilind dibe û pêş ve diçe.
Hidde de Bos, Serokê Tîma Endeziyaran dibêje, “Bi nerîna min li ser trêna hîperloopê gelek lêkolînên zanistî hatine kirin û hîn pêwîste lêkolînên bêtir werine kirin da ku bigihîje encamekî ku bikare xelkê bê tiris û dilgiranî ji cihekî ber bi cihekî din ve veguhêza.Trêna hyperloop hêjayî weberhênanê ye.”
Ramane trêna hyperloop di sala 2013an de ji aliyê Elon Musk Rêveberê Cêbicîkar ê Kompaniya Tesla û kesê herî dewlemend ê cîhanê ve hatibû pêşkêşkirin.
Armance ramanê peydakirina amrazekî veguhestinê yê erzan, bilez û ewle ye.
Rudaw
