• Monday, 16 February 2026
logo

Dilşad Şehab: PDK dê bi xizmetê bersiva dengên xelkê bide!

Gulan Media October 24, 2018 Nûçe
Dilşad Şehab: PDK dê bi xizmetê bersiva dengên xelkê bide!
Endamê rêveberiya PDKê Dilşad Şehab ragehand, partiya wan bi xizmetkirina hemwelatiyan ve dê bersiva sedan hezar kesên ku deng dane bide. Herwaha derbarê çend daxuyaniyên berdevkê fermî yê YNKê Seidî Pîre de jî bersiva wî da.

Dilşad Şehab derbarê helwêsta aliyan a li ser proseya helbijartinê ragehand, helwêstê hemwelatiyan li ser proseya helbijartinê tine, ji ber di dema rêveçûna hemû pêgavên de, heta şeva ragehandina encamên helbijartinê û pêngav li gor dengên sedî 90ê komîsyaran hatin avêtin, ku nûnerê hemû aliyan jî têde ye. Ango ‘’Aşkeraye ku rexne û gileyiyên aliyan li ser encaman, ewqas ji encamên bi dest xistine razî nînin û li şikesta xwe mûkir nayên. Ango partiyek amade nîn li encaman mûkir bê û ev rastiyeke. Ev yek bi xwezaya civaka me ve girêdayî ye û zû zû şikestê qebûl nake, berdewam bahaneyan digere û xelkê tometbar dikin, tişta herî asan jî ev e.’’

Derbarê gotinên berdevkê fermî yê YNKê Seidî Pîre de jî Dilşad Şehab got: ‘’Gotinên Seidî Pîre bernakevin mirov bersiva wê bide. Ji ber pir ji demogojiyê hesdike. Car car ji holê winda dibe, ji ber ew gelek ji berdewam kirina rikberiyê û hevrikiyê dike xwe davêje qadê, ji ber wê ez bersiva gotinên wî nadim.’’

Dilşad Şehab got behsa zêdebûna dengên PDKê kir û got ew 45 kursiyên ku PDKê bidest xistin, ne kêm ne jî zêde nabînin, ji ber wek mafekî ku xelk daye dibînin. Û got: ‘’PDK dê bi xizmeta xelkê kirinê ve bersiva wan dengên xelkê Kurdistanê bide.’’

Basnews
Top