Kazimî daxwazekê ji hêzên siyasî dike
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji Mûsilê ve daxwazekê arasteyî hêzên siyasî dike.
Li gorî daxuyaniyeke nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê, Kazîmî îro di serdana xwe ya bo Mûsilê de ragihand: “Ez bang li hêzên siyasî dikim, berpirsariya xwe li hember rewşa siyasî hilgirin.”
Diyar kir jî, Kazimî îro serdana parêzgeha Neynewayê kir û ligel parlamenter û berpirsên parêzgehê civiya.
Derbarê rewşa parêzgeha Neynewayê de Kazimî tekezî li girîngiya hevahengiya di navbera desthilatên yasayî û cibicîkirin kir.
Civîna Kazimî ligel parlamenter û berpirsên parêzgeha Neynewayê
Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê pêştir jî ragihandibû ku Kazimî îro di roja yekem a cejna Qurbanê de serdana Mûsilê kir û di civînekê bi fermandarên leşkerî û ewlekariyê re, behsa rewşa bajêr kir û tekezî li bicihbûna aramî û ewlehiyê kir.
Di wê derbarê de Serokwezîrê Iraqê li Twittera xwe nivîsî: “Mûsil berî 5 salan ji aliyê qehremanên artêşa Iraqê, Dijeteror, Polîsa Federal, Pêşmerge û tevahiyê hêzên ewlehiyê ji destê DAIŞê hat rizgarkirin.
K24
