• Monday, 23 February 2026
logo

Firokexaneya Helebê piştî çend salan dest bi geştên xwe kir

Firokexaneya Helebê piştî çend salan dest bi geştên xwe kir

 Firokexaneya Navdewletî ya Helebê ev çend sal in ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê rawestiyabû lê berî demekê dîsa dest bi geştên xwe yên ezmanî kir û êdî firoke ji Helebê ber bi gelek welatên cihanê ve difirin. Yekem geşta ezmanî ji Helebê çû Ebû Dhabi, di navbera Hewlêr û Helebê de jî geştên ezmanî hene.

Li Firokexaneya Navdewletî ya Helebê piştî rawestaneke dirêj, geştên ezmanî di navbera wê firokexaneyê û firokexaneya Navdewletî ya Abu Dhabi ya Îmarata Erebî de, hatin destpêkirin.

Hevdem ligel gihiştina geşteke nû, ji Abu Dhabi, roja Înê 8ê Tîrmehê, bi dehan geştyar û sernişîn amade bûn ji bo ku ji Firokexaneya Navdewletî ya Helebê bi yekemîn geşta ezmanî ya yekser, derkevin bajarê Abû Dhabî.

Li gorî Kompanyaya Sûrî ya bi navê (Ecnîhet Elşam) ji heftiyê geşteke ezmanî, di navbera Heleb û Abu Dhabi de wê hebe.

Rêvebera Wêstgeha Kompanyaya (Ecnîhet Elşam) li Helebê An Esied anî ziman, “Îro em ê yekemîn geşta xwe cîbicî bikin, ku ji Abu Dhabi hatiye Helebê, herwiha ji Helebê derkeve Abu Dhabi. Ev yek ji destkeftiyên armancên kompanyayê ye, bi mebesta vekirina wêstgehên nû. Berê jî me geşt bo Yerîvan, Şarîqa û Beyrût, pêk anîn, aniha jî em geşta Abu Dhabi cîbicî dikin.”

Di bernameya wê kompanyayê de ye ku, geştên xwe yên ezmanî ber bi welatên din ên Kendavê û yên din ên Erebî û biyanî ve, bide destpêkirin.

Rêvebera Wêstgeha Kompanyaya (Ecnîhet Elşam) li Helebê An Esied got, “Helbet cîbicîkirina geştê bo Abu Dhabi, bo Îmareya duyem e, li dewleta Îmarata Erebî ya Yekbûyî. Îmareta yekem Şarîqe bû, aniha jî Abu Dhabi ye. Bi saya Xwedê ev ê destpêkirineke xêrê be, ji bo geştan li hemû navçeyên dewleta Îmarata Erebî, serbarî navçeya Kendavê û welatên biyanî û yên din ên Erebî jî.”

Piştî 10 salan ji ragirtina geştên ezmanî re, di navbera Firokexaneya Navdewletî ya Helebê û Abu Dhabi de, careke din dest bi wan geştan hatiye kirin û biryar heye ku berdewam bin û berfirehtir bibin.

 

Rudaw

Top