Demirtaş: Me hîn cejnên herî xweş pîroz nekirine
Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş bi helkefta Cejna Qurbanê peyamek belav kir û got, “Me hîn cejnên herî xweş pîroz nekirine.”
Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku niha girtî ye, bi helkefta Cejna Qurbanê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir.
Demîrtaş dibêje, “Bi giştî cejnên herî xweş ên her kesekî, cejnên wan ên di zaroktiyê de ne. Dîsan jî bawer bikin, me hê cejnên herî xweş pîroz nekirine. Cejna we ya Qurbanî pîroz dikim û hêviya cejneke xweş di nav aştî û hizûrê de dikin. Cejna we pîroz be. Roşanê şima bimbarek bo.”
Rudaw
