Serokwezîr: Alîkarîkirina sektora taybet û sermayedarên biyanî ji karên pêşîneyên hikûmetê ye
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, roja 24.10.2018ê digel şandeyeke Civata bazirganiya Amerîka-Kurdistan ku ji nûnerên 30 kompaniyên di warê cuda de pêkhatibû, civiya û sipasiya hevkarî û alîkariyên Amerîkayê, yên di warê mirovî û leşkerî de pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike, kir.
Serokwezîr bi kurtî ji şandeya mêvan re behsa rewşa giştî, sedemên serhildanan kirîzan û geşbûna aborî di hemû waran de di vê dawiyê de kir û got ku ew bi geşbînî ve li pêşdeçûna rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê dinêrin.
Şandeya mêvan xebatên hikûmeta Kurdistanê yên ji bona derbaskirina rewşa dijwar û kirîzên hatine pêş bi xebatên serkeftî wesif kirin û qurbanîdana xelk û pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî terorê de bilind nirxand.
Şandeya mêvan diyar kir ku derfetên minasib li Herêma Kurdistanê ji bona geşkirina infrastruktura aborî û hatina sermayedarn hene û yasayên hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li pêş hatina sermayedarên biyanî rêxweşker in.
Nûnerên şirket û kompaniyên beşdar di civînê de her yekî/ê li gor pisporiya kompaniya xwe behsa wan waran kir ku dikarin li Herêma Kurdistanê semayerazandinê bike.
Rewşa siyasî û eminî ya herêmî û çend pirsên girêdayî pêkanîna her du hikûmeran; hikûmeta Herêma Kuridstanê û hikûmeta Îraqa Federak di civînê de hatin gotûbêj kirin.
