Li Geverê 3 teqînên bihêz çêbûn
Li navçeya Geverê ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê şeva derbasbûyî 3 teqînên cuda çêbûn.
Li gor Ajansa Mezopotamyayê, di navbera demjimêr 02.30 û 3.00 ên şeva borî de li navçeya Geverê 3 teqînên cuda yên bihêz çêbûne. Tê gotin ku ew teqîn li nêzîkê Qereqola Polîsan a 75emîn a li taxa Kişlayê û nêzîkê navendeke polîsan a li Şahîn Tepe çêbûne.
Hatiye ragihandin ku di dema teqînan de ji xalên cuda yên bajêr û navenda polîsan a li Şahîn Tep fîşekên hewayî hatine berdan û piştî teqînê demeke dirêj dengê çekan hatiye bihîstin.
Piştre jî hejmarek polîsan çûne cihê teqînan û bi awayekî bê ser û ber gule li derdorê barandine. Li gor zanyariyan liv û tevgera hêzên ewlekariyê yên Tirkiye li navçeyê berdewam e. Li aliyê din aliyên peywendîdar ên navçeyê têkildarî mijarê de ti daxuyaniyek belav nekirine.
Rudaw
