• Monday, 16 February 2026
logo

Çavuşoglu: Cihê YPGê tune ye

Gulan Media October 23, 2018 Nûçe
Çavuşoglu: Cihê YPGê tune ye
Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand, ku peywendiyên wan ên li gel Amerîkayê, ne ji ber qeşe Brunson, ji ber piştgiriya Amerîka ya bo YPG/PKKê û helwesta wê ya li hemberî FETOyê paşve çûne.


Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu beşdarî bernameyeke Ajansa Anadoluyê (AA) bûye û behsa peywendiyên di navbera Tirkiyê û Amerîkayê kir.



Wezîrê Derve yê Tirkiyê di derbarê mijarê de got, “Piştî Brunson peywendiyên li gel Amerîkayê hinek nerm bûn lê peywendiyên Tirkiyê û Amerîkayê ji ber Brunson paşve nema. Peywendiyên Tirkiyê û Amerîkayê ji ber piştgiriya Amerîka bo YPG/PKKê, mijara Minbicê û helwesta Amerîka ya li hemberî FETOyê paşve man.”



Çavuşoglu li ser mijara Minbicê derbirî ku dive nexşerê li Minbicê bi tevahî were sepandin û got, cihê YPG/PKKê di komîsyona destûrê ya Sûriyê de tune ye û em rê nadin vê yekê.



Herwiha Mevlut Çavuşoglu di derbarê bûyera rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî de jî, qebûlkirina kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî ji aliyê Erebistana Siûdî ve girîng nirxand û got, ger Neteweyên Yekbgirtî, sazî an jî dadgehên navdewletî bo bûyera Xaşiqcî dest bi lêpirsînê bikin, Tirkiyê dê hevkariyê li gel wan bike.

Rudaw
Top