• Monday, 23 February 2026
logo

Ciwanekî ji Kobanî bi kurtefîlman êşa xelkê vedughêze

Ciwanekî ji Kobanî bi kurtefîlman êşa xelkê vedughêze

Fîlmên Elî Keto yê xelkê Kobanî li ser malperên civakî gelekî belav bûne û ew di fîlmên xwe de behsa êşa civaka bajarê xwe vedibêje.

Elî Keto, ciwanekî 20 salî ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ye, senaryo kurtefîlmên xwe bi xwe divivîse û bi xwe jî derhêner e, û  î bi xwe ji xwe re grûpek çêkiriye, fîlmên xwe li ser sosyal medya belav dikin.

Xelk gelekî ji wî û hevalên wî hez dike, Elî Keto dibêje fîlmên wî gelekî tên temaşekirin û xelk di wan fîlman de, bêhtir rewşa xwe ya xerab dibîne.

Wek hemû navçeyên din ên Sûriyê ji ber şerê navxwe yê ku zêdeyî 11 salan e berdewam e, rewşa aborî li Rojavayê Kurdistanê jî xerab bûye û derfetên kar kêm bûne.

Elî bi awayekî komêdî di vîdyoyên xwe de balê dikşîne ser  rewşa xelkê, pirsgirêkên wan vedughêze û peyama wan belav dike.

Daxwaza Elî ew e ku di siberojê de kompaniyên derhêneriya fîlman li Rojavayê Kurdistanê jî çalak bibin û derfet ji bo wan çê bibe ku dramaya Kurdî pêş bixin da ku cihê xwe di nava dramaya Cîhanî de bibîne.

 

Rudaw

Top