• Monday, 23 February 2026
logo

Aldar Xelîl derbarê danûstanên ligel hikûmeta Sûriyê de axivî

Aldar Xelîl derbarê danûstanên ligel hikûmeta Sûriyê de axivî

Endamê Desteya Hevserokatiya ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl ragihand ku hinek mijar hene wan û hikumeta Şamê li ser li hev nekirine.

Endamê Desteya Hevserokatiya ya PYDê Aldar Xelîl ji medyaya nêzîkî partiya xwe re got ku bepirsiyariya parastina serdestiya Sûriyê dikeve ser milê hikumeta Şamê.

Aldar Xelîl tekez kir ku krîza Sûriyê “bi dawîhatina dagîrkeriya axa Sûriyê” re çareser dibe û banga hikûmeta Sûriyê kir: “Divê hikumeta Şamê berpirsiyariyên xwe yên li hemberî parastina serdestiya Sûriyê pêk bîne. Divê em ji bo aloziya Sûriyê çareseriyekê peyda bikin. Em xwedî proje ne. Ji roja destpêkê ve me projeya xwe ji raya giştî û tevahî cîhanê re ragihand. Sûriye ne ya pêkhateyekî tenê ye. Em heta niha di vê projeya xwe de berdewam in.”
 

 

Rudaw

Top