• Monday, 23 February 2026
logo

Çekdarên girêdayî Tirkiyê ji bo êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê xwe amade dikin

Çekdarên girêdayî Tirkiyê ji bo êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê xwe amade dikin

Çekdarên Opozîsyona Sûriyê ku bi Tirkiyê re bûne alîkar, Efrîn, Serê Kanî û Girî Spî dagir kirin, dibêjin wan xwe ji bo operasyoneke din li dijî Rojavayê Kurdistanê amade kirine û li benda fermana Tirkiyê ne.

Grûpên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve li navçeyên bakur û rojavayê Sûriyê, xwe amade dikin û li benda biryara hikûmeta Tirkiyê ne , daku êrîş bikin ser navçeyên di destê hêzên Kurdî de li Minbic û Til Rifetê.

Ew hêz xwe bi navê Artêşa Niştimanî dide nakirin, fermandarê wê, Ebdullselam Himêdî dibêje, ew amadene li dijî Minbicê dest bi operasyonê bikin.

Fermandarê Artêşa Niştimanî Ebdulselam Himêdî got: “Wek Artêşa Niştimanî bi taybet feyleqa 3, em amade ne şer destpê bikin û gundên dagîrkirî ji PKK, PYD, rêjîm û alîgirên wê bistîn in, em soz didin xwîşk û birayên xwe yên koçkirî ku di demeke nêzîk de ew ê vegerin gundên xwe.”

Demeke Tirkiyê gefên êrîşa bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser dike û dibêje ew dê bi  kûrahiya 30 kîlometran wan navçeyên sînorî kontrol bikin, lê heta niha ne Rûsya û ne jî Amerîka li gel wê yekê ne.

Hevdem li gel van gefên Trikiyê Rêveberiya Xweser rewşa awarte ragihandiye û hêzeke  zêde ya hikûmeta Sûriyê bihevahengî li gel Hêzên Sûriye Demokratîk gihiştiye Rojavayê Kurdistan û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser ji bo rûbirûbûna her êrîşeke Tirkiyê bo ser wan navçeyan.

Ebdulselam Himêdî herwiha got: “Em dê ji tewerê Şaxê Zeytûnê ve destpê bikin heta Minbicê, wek gera yekem, herwiha em dê li benda gera duyem jî bin heta biryar bê dan.”
 

 

 

Top