• Monday, 23 February 2026
logo

Kompaniya Taqa ya Îmaratî ji Herêma Kurdistanê venakişe

Kompaniya Taqa ya Îmaratî ji Herêma Kurdistanê venakişe

Çavkaniyekî ji Kompaniya Taqa ya Îmaratî, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Kurdistan24ê re ragihand, wan stratejiya kompaniyê nirxandine û biryar dane ku pişkên xwe nefiroşin û ji Herêma Kurdistanê venekişin.

Heman çavkanî diyar kir, ew xebatên xwe yên li kêlgeha petrolê ya Etrûşê didomînin û tevî liberçavgirtina bingehên jîngehê, di sektora petrol û gazê de pêş dikevin.

Ev di demekê de ye ku beriya niha Kompaniya Taqa ya Îmaratî ragihandibû ku ew pişkên xwe yên projeyên veberhênana petrolê ya li Herêma Kurdistanê difiroşin.

 

K24

Top