• Monday, 23 February 2026
logo

Serokê herêmê li gel Senatorê navdar yê Amerîkî civiya

Serokê herêmê li gel Senatorê navdar yê Amerîkî civiya

Behsa rewşa Îraq û deverê û kêşeyên navbera Hewlêrê û Bexdayê kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Senatorê navdar yê Amerîkî Lindsey Graham û şanda pê re kir ku ji Balyoza Amerîkayê ya li Îraqê, Fermandarê hêzên hevpeymaniya cîhanî û hijmareke dîplomat û rayedarên leşkerî yên Amerîkî pêk hatibû.

Di civînê de giftûgo li ser rewşa Îraq û prosesa siyasiya welat, pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û giftûgoya çareser kirina wan kêşeyan, rewşa Sûriye û doza Kurd li Sûriyeyê hate kirin.

Her du alî tekez li ser girîngiya parastina aramiya deverê kirin û li ser vê yekê ku metirsiya terorê û serhildana dubare ya DIŞIê gefeke  rastîne li ser aramî û ewlekariya Îraq û Sûriyeyê hemfikir bûn û eşkere kirin ku bo rûbirû bûna wan metirsiyan lazime aramî û ewlekariya deverê parastî be.

Nêçîrvan Barzanî rixmî diyar kirina rêzdariya herêma Kurdistanê ya li hember piştîvanî û hevkariyên Amerîkayê yên bo Kurdistan û Îraqê di şerê terorê de, tekez li ser vê yekê jî kir ku kilîla çareser kirina hertimî ya kêşeyên Îraqê çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê ye bi rêya diyalog û li ser esasê destûrê.

Têkiliyên Îraq û herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û deverê, pêşhatên dawî yên ewlekarî li deverê de û çend mijarên din yên cîhê girîngiya hevbeş, mijarên din yên civînê bûn.

 

Top