• Monday, 23 February 2026
logo

Demirtaş: Divê em tevahiya Tirkiyê hembêz bikin

Demirtaş: Divê em tevahiya Tirkiyê hembêz bikin

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye got, "Eger em ji opozîsyonê hêviya proseya Kurdî dikin, divê em wek HDP proseya Tiryeyê bikin” Demirtaş her wiha da zanîn “Divê em hemû Tirkiyê bêyî ku nasnameya me ya mexdûr me bixe nava derûniya xwebiçûkdîtinê û hêrsê bi xwebawerî hembêz bikin.”

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ê di T24ê de gotarek nivîsand.

Demirtaş di nivîsa xwe de got, “Heger em ji opozîsyonê hêviya proseya Kurdî dikin, divê em wek HDP proseya Tiryeyê bikin. Divê em hemû Tirkiyê bêyî ku nasnameya me ya mexdûr me bixe nava derûniya xwebiçûkdîtinê û hêrsê bi xwebawerî hembêz bikin.

5. Kongreya Asayî ya HDPê ku roja Yekşema borî bi tevlîbûn û coşeke mezin pêk hat, ji bo vê guherînê derfet û zemîneke girîng da.

Divê em bi ziman û gotineke herî guncaw ji hemû Tirkiyê re bibêjin ku em dizanin siyaset û tundî bi hev re nameşin, ji bo hemû pirsgirêkên xwe di çarçoveya yekparçeyiya Tirkiyê de li çareseriyê digerin û ji bo aştiyeke bi rûmet em cidî dixebitin.

Bi vî awayî em dikarin bi hêsanî polîtîkayên xwe yên ku dê Tirkiyê di mijarên sereke yên wekî aborî, polîtîkaya derve, perwerde, tenduristî, çandinî û dadweriyê de bînin astekê vebêjin.

Bi qasî ku em vê yekê bi dest bixin, em dikarin bi hişmendiya AKPê re rû bi rû bimînin û dê hêsantir bibe. Hevkariya hemû opozîsyonê ji bo demokrasiyê jî dê bi xwe bibe.”

 

Rudaw

Top