• Monday, 23 February 2026
logo

Pisporê siyaseta avê: Iraqî ji ber nebûna avê koçber dibin

Pisporê siyaseta avê: Iraqî ji ber nebûna avê koçber dibin

Pisporekî siyaset û stratejiya avê li Duhokê ragihand, Iraq dê di mijara avê de rûbirûyê metirsiyeke mezin û demdirêj bibe û xelk ji ber kêmbûna avê koçber dibin.

Pisporê siyaset û stratejiya avê li Duhokê Ramazan Hemze ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îraq niha di metirsiyeke mezin de ye û ji ber nebûna avê guhertina demografîk dê rû bide û karesatên neçaverêkirî li Iraqê rû bidin, divê berê xwe bidin Herêma Kurdistanê. Ji ber ku rewşa Herêma Kurdistanê dê ji ya Iraqê gelek baştir be, Iraq heta niha di metirsiyê de ye û ez wisa difikirim ku rojekê tenê daxwaza gelê Iraqê av be.”

Her wiha got: “Êdî xelk ji ber kêmbûna avê li Iraqê nema li ser axa xwe ne, ji ber ku jîngeha Iraqê ber bi tunebûnê ve diçe û em dikarin bibêjin ku lampeya sor vemirî”.

 

Basnews

Top