Wezaerta Pêşmerge: Hêzên Pêşmerge derbasî qonaxeka baştir û geştir bûne
Wezareta Pêşmerge ragihand, Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge û Berpirsê Tîma Şêwirmendên Bilind ên Serbazî yên Almanyayê, mijara rêkxistina hêzên Pêşmerge gotûbêj kirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, duh Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Bextiyar Mihemed Sidîq ligel Berpirsê Tîma Şêwirmendên Bilind ên Serbazî yên Almanya yê li Herêmê li ser mijara rêkxistin û yekkirina hêzan, berdewamkirina rahênan û perwerdeyê civiyan.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku bi rêya hevkarî û ezmûnên Almanya û şêwirmendên din ên welatên Hevpeymanan, hêzên Pêşmerge ber bi qonaxeke baştir û geştir gav avêtine.
Berpirsê Tîma Şêwirmendên Bilind ên Serbazî yên Almanyayê diyar kir, di hevkarî û hevahengiya Wezareta Pêşmerge de berdewam dibin û tekezî li ser karê şêwirmendên serbazî yên Almanya û hêzên Pêşmerge kir.
Almanya yek ji welatên bibandor ên li nav Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye û beriya niha bi çendîn şêwazan alîkarî pêşkêşî hêzên Pêşmerge kirine.
Basnews
