• Monday, 23 February 2026
logo

Li Hewlêrê modeleke jin bi kêrê hat kuştin

Li Hewlêrê modeleke jin bi kêrê hat kuştin

Li Hewlêr a Herêma Kurdistanê modela bi navê Fatîme Ziraî roja 26ê Hezîrana 2022an di projeyeke niştecihbûnê de ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve bi kêran hat kuştin.

Bernameya Şehyan Tehsîn a di Rûdawê ya roja Duşemê 4ê Tîrmeha 2022an de li ser Fatîme Ziraî bû. Hevala Fatîme Ziraî Benaz Rahman beşdarî bernameyê bû û got, “Gumanbar bi kêrê êrîşî min jî kir.”

Polîsê Hewlêrê derbarê kuştina Fatîme Ziraî de lêpirsîn daye destpêkirin lê heta niha ti kes nehatine girtin.

Fatîme Ziraî ya 23 salî, çend meh in wek model dixebitî. Fatîme Ziraî ji Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê ye, nêzîkî 7 meh in ji mêrê xwe cuda bûye û kurekî wê yê pênc salî heye.

Benaz Rahman got, “Di ser bûyerê re 5 roj derbas bûn. Hevjînê wê yê berê hat cem wê ku ji nû ve bizewicin. Ev du meh bûn em bi hev re di apartmanekê de diman, Aso yê hevjînê wê yê berê jê re peyam şand û daxwaza hevdîtinê jê kir. Aso yê hevjînê wê yê berê hewl dabû bi rêya Tirkiyê bi qaçaxî derbasî Ewropayê bibe û bi ser neket, ji ber ku ew di partiyeke siyasî ya Iraqê de bû, Îran ew qebûl nekir û ji Tirkiyê hat derxistin.”

Benaz Rahman li ser roja bûyerê anî ziman, “Aso di peyama xwe de ji Fatîmê re gotiye ku ee ji girtîgehê derketiye û dixwaze wê bibîne, kêmî sê saetan e ji gîrtigeheke Herêma Kurdistanê derketiye. Fatîme çû bo dîtina wî, Aso jê re gotibû cihekî lê bimînim nîne, me jî rê da hat mala me, şeva yekem tiştek li mala me çênebû lê şeva duyan gengeşî kirin û paşê Aso Fatîme kuşt.”

 

Rudaw

Top