• Monday, 16 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Gelê Kurdistanê PDK xelat kir

Gulan Media October 21, 2018 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Gelê Kurdistanê PDK xelat kir
Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê, ku heman demê de endamê polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî, pîrozbayiya ragehandina encamên helbijartinê li xelkê Kurdistanê kir û ragehand: ‘’Dengê we hate bihîstîn.’’

Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” ji bilî pîrozbahiya serkeftinê, ji dengdarên partiya xwe re got: “We hîşt ku dengê we bê bihîstin.”

Herwiha got: “Bi boneya ragihandina encamên hilbijartinê, pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê dikim. We hîşt dengê we bê bihîstin û partiya wek partiyeke niştimanperwer û xwedî perensîpên niştimanî xelat kir.”

Mesrûr Barzanî amaje bi hilmeta bangeşeya partiya xwe bo serxistina lîsta 183 xwe kir û ragihand, ji bo dahatûyeke baştir we bê mandîbûn kar kir û her tişt bexşand.

Hilbijartina xula pêncemîn a parlemantoya Kurdistanê roja 30î Îlona bûrî birêve çû, şeva bûrî jî Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê encamên dawiyê yên fermî ragihand.

Li gor encamên dawiyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 45 kursiyên parlemantoya Kurdistanê misoger kirin.

Top