Li Xaneqînê şehîdên alaya Kurdistanê hatin bibîranîn
Roja 19 Cotmeha par, piştî ku hêzên Iraqî derbasî nav bajarê Xaneqînê bûn, rastî nerazîbûn û berxwedana xelkê bajêr hatin.
Komek xortên kurd alaya Kurdistanê bilind kirin lê hêzên Iraqî bi fîşek û guleyan bersiva xelkê dan û di encamê de 2 xortên kurd şehîd bûn û komek kes jî birîndar bûn.
Bi helkefta şehîdbûna wan xortên kurd, ku wek şehîdên alayê tên nasîn, çalakiyek li ser gorrên wan hat lidarxistin û ew şehîd hatin bibîranîn.
Navê yek ji wan şehîdan Hisên Ehmed Ezîz Gurguş û navê yê din jî Mihemed Nûrî Kerîm Caf bû.
Basnews
