RAPIRSÎ - Ferqa dengên AKP û CHPê daketiye %3an
Li gor rapirsiya dawî ya Kompanya AREA ferqa dengên AKP û CHPê di navbera %3 û 5 tê guhertin û rêjeya hilbijêrên bê biryar jî derketiye %20an.
Serokê Kopmanya Lêkolînan AREA Murat Karan di medya Tirkî de encamên rapirsiya 5 mehên dawî yên îsal eşkere kir û got di vê demê de rêjeya dengên HDP û ÎYÎ Partiyê nehatiye guhertin.
Li gor rapirsiyê ferqa rêjeya dengên AKP û CHPê li gor sala borî kêm bûye û daketiye heta %3an û rêjeya dengên bê biryar û kesên ku gotine em dengên xwe nadin ti partiyekê jî zêde bûye û gehiştiye %20.
Herwiha li gor encamên rapirsiyê di 5 mehên dawî de rêjeya dengên partiyan wiha ye:
AKP: %30-32
CHP: %27-28
IYI Partî: %15-16
HDP: %11-14
Bêbiryar an kesên deng nadin ti partiyekê: %20
Rudaw
